Parîs mêvandarîya civîna bilind ya navnetewî ya Hişberîya Çêkirî (AI) dike. Mebest ji vê civîna rayedarên welatên zilhêz, şirketên teknolojî, rêkxistinên cîhanî, zanist, akademîsyen û bîrmendan ew e ku ev teknolojîya nû ya zanyarîyan bikeve xizmeta mirovahîyê.
Heta niha pênaseya Hişberîya Çêkirî (AI) ev e; teorî û pêşxistina sistemên kompîteran jibo ku kanîna encamdana wan kar û erk hebe ku bi gelemperî pêdivî bi şîyan, şarezayî, jîr û zîrekîya mirovan heye, bigire ji têgihiştin û şirovekirina bînahîyê- dîtinê, naskirina axaftinê, biryardan û heta digihêje wergerandina zimanan.
Teknolojîya bi van kanînan, bi taybetî naskirin û şirovekirina bînahîyê ku erka bînahîya – çavê microvan e, dikeve teveya biwarên jîyana mirovahîyê mîna zanist, perwerde, guhertinên jîngehê û tendirustîya mirovan.
Li vegirina sêyemîn civîna bilinda AI îro Duşemê 10ê Rêbendanê li Parîsê, Serokê Fransî Emmanuel Macron projeyeke berhemînanê ya Fransî bi 112.5 mîlyar dolaran ragihand.
Di vê navberê de, koalîsyonek veberhênerên cîhanê 150 mîlyar € ji pêşxistina AI re li Ewrupa ragihand, bi şertê ku Ewrupa çarçoveyek AI-ya şefaftir û çavdêrîyê pesend bike. Bi hêvîya ku Ewrupa bibe cemserê sêyê ya hevsengîya hêz û şîyanên AI.
Di 20 meha yek Rêbendanê de Serokê Amerîka Donald Trump projeyeke berhemînana hevbeş a 500 mîlyar dolaran bi sê şirketan re di jêrxaneya peywendîdar bi teknolojîya AI de. Projeya nû, Stargate dê dest bi avakirina navendên dateyan bike û berhemînana elektrîkê ya pêwîst jibo pêşxistina geşekirina lezgîn a AI li wîlayeta Teksase.
Hevdem di hefteyên dawî de, avakirina modela Çînî ya jêderê vekirî bi navê DeepSeek, cîhana teknolojîyê hejand. Ev şirketa Çînê îdia dike ku modela wê dikare serî ji ChatGPT, OpenAI û Meta yên Amerîkî bibe.
Ev bi wê watayê ye ku Hişberîya Çêkirî ji dîyardeyeke zanistî bûye naveroka pêşbirkeya navbera zilhêzên cîhanê. Jiber vê, her kes hêvî dike ku civîna bilind ya Parîsê hewleke ku teknolojîya xwedî şîyanên herî mezin bi tenê di destê hikûmet û kompanîyan de nemîne.
Serokê Komara Çek Petr Pavel di civîna Parîsê de got ku di sektorên mîna çavdêrîya tendirustî, enerjî û perwerdehîyê de AI dikare şoreşekê çêke . Lê, wî hişyarî jî metirsîyan jî, da. Wî da zanîn ku hin rejîmên otorîter AI jibo çavdêrîkirin û kontrolkirina welatîyan bi kar tînin.
Jibo ku AI xizmeta nirxên mirovahî bike, Civîna Parîsê jibo van xalên jêrîn kar dike;
- AI bikeve xizmeta giştî, bi sazkirina delîveyên wekhevên pêşbirkîyê û berhemînanê.
- Berçavgirtina siberoja kar û karkeran, çimku li gora rêkxistîya IMF AI dê karîgerîyê bike ser 40% ji têkraya karên cîhanê.
- Pêşxistina dahênan AI bi awayekî rêzê li Pirrengîya çandî ya gelên cîhanê bigire.
- Berçavgirtina alîyên exlaqî ku bawerî bi ewlekarîya bikarînan AI hebe di mijarên kêşedarên mîna berêkanîya çekan de.
- Danana standardên navnetewî jibo rêkxistina karê AI li ser asta cîhanê.
Pirsa ku di hilcivîna AI li Parîsê de tên kirin ew e ku ger welatên pêşketî yên vê teknolojîyê dê van armancan berçav bigirin, heta ku tevaya civaka mirovahî sûdmendê wê bin? Yan jî divê xelk li gor vê pêşketinê şêwazên jîyana xwe biguherînin?