Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor Dibêjin Agahîyên Sexte Gotara Kîndarîyê li Sûrîyê Gûr Dikin


Hevdemî derketina pevçûnên roja Pêncşemê yên navbera hêzên ewlekarîya Sûrîyê û komên çekdar yên xwecîhî li parêzgeha Lazqîyê, gelek nûçe û agahîyên sexte derbarê wan bûyeran belav bûn.

Yek ji wan agahîyan ew bû ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) alîkarî daye çekdarên li devera berava Sûrî da ku li dijî hêzên hikûmeta demkî şer bikin.

Ev agahîya şaş destpêkê ji alîyê kanala El Cezîre ya Qatarî hate weşandin û paşê bi awayekî berfireh li ser platformên medya civakî di nav Sûrîyan de belav bû.

Ji dema rûxandina rejîma berê yê Sûrîyê ve, asta belavbûna mînakên wisa yên agahîyên sexte li Sûrîyê bi awayekî berçav zêde bûye, bi taybet li dijî Kurdan û hinek netewe û olên din. Hinek ji van agahîyên jiber nezanî û nebûnê pîşesazîya rojnamevanî belav dibin. Lê, rêjeyeke mezin ya agahîyên sexte bi mebest tên belav kirin. Ji vê dîyardeyê re tê gotin: dezenformasyon.

Pispor dibêjin ku di çarçoveya welatekî wekî Sûrîyê de, belavbûna dezenformasyonê bi vî awayê berfireh gotara kîndarîyê di navbera pêkhateyên netewî û olî li welêt de gûr dike û metirsîya derketina nakokîyên nû zêde dike.

Sîrwan H. Berko, rêvebirê dezgeha Arta.
Sîrwan H. Berko, rêvebirê dezgeha Arta.

Sîrwan H. Berko, rêvebirê giştî yê rêxistina Arta bo Medya û Geşepêdanê, dibêje yek ji sedemên bingehîn yên belavbûna agahîyên sexte ew e ku bawerî di navbera pêkhateyên Sûrî de tuneye.

“Sûrî hevdu nas nakin. Dema naskirin tunebe, bawerî jî tuneye. Bêbawerî dihêle ku agahîyên sexte di nav pêkhateyên Sûrî de bi hêsanî û zû belav bidin û herkes hertiştî ser alîyên din bawer dike,” Berko ji Dengê Amerîka re got.

Wî herwiha dîyar kir ku nasmaeyeke Sûrî ya hevbeş tuneye û ev jî fakterekî lawazîya civakê ye.

“Tiştekî bi navê gelê Sûrî tuneye, jiber ku rêjîma berê nedixwest ku Sûrî nêzîkî hev bibin û hevdu nas bikin. Lewra, çi dema ku krîzek derdikeve herkes berê xwe dide civaka xwe ya xwecîhî. Bi heman şêweyî jî agahîyên sexte û nerast belav dibin, jiber ku çi ser alîyekî were gotin, alîyê din bawer dike, çûnkî peywendî, naskirin û têgihiştin tuneye.”

Jiber nebûna qanûnên zelal yên rêgirtina li ber agahîyên sexte, gelek sazîyên ragihandinê yên naxwazin platformên wan bibin meydanên gotara kîndarîyê mekanîzmên xwe yên taybet derbarê agahîyên sexte û dezenformasyonê durist dikin.

Wekî mînak, malpera Suweyda 24 ku nûçeyên derbarê başûrê Sûrîyê belav dike, roja Pêncşemê ragihand ku karîna nivîsîna şîroveyan ji alîyê xwendevanên platformên wê ve sînordar bike.

Daxuyanîya malpera Suweyda 24
Daxuyanîya malpera Suweyda 24

“Ligel zêdebûna asta pêşketinên siyasî û ewlekarî li Sûrîyê bi giştî, tundîya gotara kîndarîyê di şîroveyan de asta karîna me ya şopandin û rakirina şîroveyên xirab derbas dike,” Suweyda 24 di daxuyanîyekê de got.

Lê, ne hemû dezgehên ragihandinê, bi taybet ewên Îslamî yên nêzîkî hikûmeta nû li Sûrîyê, standardan jibo sînordarkirina weşandina agahîyên sexte datînin.

Di vê çarçoveyê de, Fîras Hecî Yehya, parêzer û mafzanê Sûrî yê li Parîsê, dibêje ku erkê serekî dikeve ser milên desthilatdaran.

“Bi taybet di vê qonaxa nazik de, gotara kîndarîyê metirsîyeke mezin ser civaka Sûrî heye. Divê dewlet demûdest çareserkirina vê diyardeyê wekî erkekî niştimanî pêk bîne,” Yehya roja Înê ser televizyona el Erebiye ya Saudî got.

Lê rojnamevan H. Berko dibêje heger Sûrî bixwazin welatekî pir-reng ava bikin, divê herkes ji alîyê xwe ve gavekê bavêje.

“Rola malbat, civak, eşîr û dezgehên ragihandinê di vê mijarê de girîng e. Divê ev alî têgeha hevqebûlirinê belav bikin. Divê herkes wê yekê bêje ku Sûrîye welatekî pir-reng, pir-netew, pir-çand û pir-hizr e.”

XS
SM
MD
LG