Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Rojavayê Sûrîyê Çi Diqewime?


Dîmenek ji bajarê Humsê.
Dîmenek ji bajarê Humsê.

Di rojên dawî de hêzên ewlekarîyê yên ser bi desthilatdarên nû li Sûrîyê kempeyneke berfireh li çend bajarên welêt destpê kirine ku bûye cîhê xembarîya rêxistinên mafên mirovan.

Li rojavayê parêzgeha Humsê û beşekî parêzgeha Lazqîyê, hêzên çekdar girtin ser çend gund û bajarokan. Di encamê de bi sedan kes hatine girtin. Hêzên ewlekarîyê dibêjin ku ev kes roleke mezin di êşkencekirin û kuştina welatîyên Sûrî di dema rejîma berê de lîstine.

Lê pisporên mafên mirovan dibêjin ku girêdana bi rejîma Esad ve wekî bahane ji alîyê hêzên çekdar ve tê bikaranîn, da ku tolhildanê li dijî rûniştvanên Elewî yên van deverên rojavayê Sûrîyê bikin.

Ramî Ebdulrehman, rêvebirê Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov, di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Alhurra ya Amerîkî de got ku li gor agahîyên wan, “di kempeyna dawî de bi kêmî 35 kes di kuştinên meydanî de hatine tunekirin.”

Ebdulrehman got ku wêne û vîdyoyên piştrastkirî li ber destê wî hene ku diyar dikin çawa hinek kesên kuştî li erdê hatine kuştin.

Dengê Amerîka nikare bi awayekî serbixwe van îdîayan piştrast bike, lê gelek çalakvanên din yên mafên mirovan ser malperên medya civakî heman agahîyan belav dikin.

Rêvebirîya nû ya Sûrî dibêje ku tolhildan ne armanca wê ye, lê hinek kiryarên takekesane tên kirin ku ne di bin kontrola wan e. Ew dibêjin ku mebesta wan ji van kempeynanan ew e ku kesên berpirs di komkujîyên dema rejîma Beşar Esad de bi awayekî fermî werin darizandin.

Besam Ehmed, rêvebirê cîbicîkar yê rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê (STJ), ku berdewambûna van kiryarên tolhildanê bandoreke neyênî li prosesa dadmendîya veguhêz dike.

“Di vê qonaxê de, rola dadmendîya veguhêz ew e ku kiryarên berê neyên dubare kirin. Ew xaleke girîng jibo serederî bi awayekî vekirî ligel dema borî were kirin, da ku ew kiryar û şaştî dîsa dubare nebin. Lê mixabin, beşek ji bûyerên ku niha li Hums û Lazqîyê diqewimin dubarekirina kiryarên rejîma kevin e.”

Ehmed ji Dengê Amerîka re got ku di rojên dawî de gelek kiryarên neqanûnî li van deveran hatine kirin û ew jî rê li ber rastgotina desthilatdarên digirin.

“Eger ew ji dil rastgo bin, divê demûdest rê li ber van kiryaran were girtin. Divê lêpirsîn û vekolîn derbarê bûyerên ku çêbûne were vekirin. Li Sûrîya nû divê dadwerî serdest be heta ku xeleke tundûtûjîyê dîsa li welêt venegere.”

XS
SM
MD
LG