Li Qamişlo Bîranîna Girseyî ya Serhildana 12'ê Adarê

Your browser doesn’t support HTML5

Îro salvegera 21'an ya Serhildana Qamişlo ye ku 33 Kurd li seranserî Kurdistana Sûrîyê ji hêla rejîma Esad hatibûn kuştin. Ew serhildan ji maçeke futbolê destpê kiribû, dema alîgirên tîma Fitiwê ya Dêrezorê bi keviran êrîş anîbûn ser alîgirên tîma Cîhad ya Qamişlo û rejîm êrîşî Kurdan kiribû

Îro 12'ê Adarê ye, salvegera 21'an ya Serhildana Qamişlo ye, Kurdên Sûrîyê salan e wê bi bîr tînin. 33 Kurdên seranserî Kurdistana Sûrîyê ser destê hêzên ewlekarîya rejîma berê ya Esad hatibûn kuştin.
Ew serhildan ji maçeke futbolê destpê kiribû, dema alîgirên tîma Fitiwê ya Dêrezorê bi keviran êrîş anîbûn ser alîgirên tîma Cîhad ya Qamişlo. Dû re bûyer veguherîbû serhildaneke girseyî û rejîm bi çek û guleyan êrîşî Kurdan kiribû.