Komela Xebatên Medya û Hiqûqê dibêje ku li Tirkîyê di nava vê heftîyê de 18 rojnamevan ku piranîya wan Kurd in, jiber karê rojamevanîyê û azadîya ramanê tên darizandin.
Platforma Jinan ya Wanê raporek li ser destdirêjî û kuştina jin û zarokan li avahîya şaxe Sedîkaya Ketkarên Perwerdê û Zanistîyê (Egîtîm-Sen) bi pres konferansekê eşkere kir.
Odeyên doxtoran yên Agirî, Batman, Betlîs, Amed, Mêrdîn, Muş, Sêrt, Ruha, Şernex, Wan û Colemêrgê û endamên rêvebirîya Yekîtîya Doxtorên Tirk (TTB) li bajarê Wanê civîyan û li ser pirsgirêkên doktoran preskonferansek li dar xistin.
Hatina penaberên Afganî ya bo bajarê Wanê berdevam dike. Penaber li gel çîrokên xwe yên xemgîn ji Afganîstanê koç dikin û hewildin biçin rojavayê Tirkîyê û ji wêderê qesta welatên Ewrupayê bikin. Bi hêvîya ku xwe bigehînin jiyanek aram rastî êş û derdeseriyan tên.
Li derdora Behra Wanê di demên dawîyê de bandora kêmbûna baranê û germbûna gerdûnî xwe bi jimareke awayan nîşan dide
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Uvercînkaya ku yek ji mîhrîncanên herî berfireh ya Wanê ye, îro destpê dike
Kofîraz, anku Vanadokya, li gundê Taxikê yê bajarokê Elbakê (Başkale) li Wanê dikeve. Bi taybetmendîyên xwe yên xwezayî, ev Kofîraz bala gerokan dikêşe ser xwe.
Li Bajarokê Erdîşa Wanê jiber hişkesalîyê ava Bendava Koçkopru 80 ji sedî daketîye û bi hezaran masî mirine
Li Bajarokê Erdîşa Wanê jinên kedkar bo zivistana dijwar amadekarîyên xwe dikin. Fêkîyên ku li bexçê xwe berhev kirî, di nava mencelan de dikelînin û dikin bastîq û konserve.
Bi giheştina pêlên penaberan hejmara kaçaxçîyan jî li bajarê Wanê zêde bûye û hin qaçaxçî penaberan jibo fîdye direvînin ku diravê ji malbatan wan bistînin
Hêzên ewlekarîyê îro Duşemê ragihand ku wan di nava 6 rojan de bi giştî 299 penaber li Wanê desteser kirine
Avrêja Bêgirîyê li Wanê bi bedewaîya her hefte bi sedan kesan dikşîne ba xwe
Piştî ku hikûmeta Tirkîyê qedexeya li hember karvekişîna xebatkarên saxlemîyê rakir, li bajarê Wanê 43 doktoran karvekişîna xwe ragihandin
Ayîna ku hersal bi destûra taybet a hikûmeta Tirkî pêk tê, îsal jiber vîrûsa korona tenê bi beşdarîya 25 bawermendên Ermenî û hin karbidestên dewletê hat li darxistin
Buldan got ku rêya aştîyê tune, aştî bixwe rê ye û pêdivîya gelên Tirkîyê û Rojhilata Navîn bi aştîyê heye
Her sal bi hezaran gerok serdana Avrêja Bêgirî dikin. Avrêja Bêgirîyê li ser çemê Bendîmahî ye û ji navenda bajarokê Bêgirîya Wanê 8 kîlometre dûr e
Qaçaxcîyê Afganî dibêje ku sînorê di nabera Wan û Îranê de ji 300 kîlometrayan pêk tê û li hin cîhên wê zêde astengî tuneye û ji wan deran re derbaz dibin
Piştî bajarê Wanê, bajarokê Tatwanê ya Bedlîsê jî jibo derbazbûna penaberên Afganî bûye cîhekî girîng. Piştî ku Talîbanê Afganîstan xiste bin kontrola xwe ev koma xortên penaber jî ji welatê xwe derbider bûne û bi rêyên qaçax re hatine Tirkîyê.
Jina Afganî Şakiba Sedat jiber Talîbanê derbider bûye û bi rêyên qaçax re di 35 rojan de hatiye Wanê
Li gel germahîya hewayî banên avahîyên devera Wanê bi rengên narencî tê xemilandin. Zerdeleyên ku di meha Tîrmeh û Tebaxê de tên berhev kirin, bo hişkirinê li ser banên avahîyan tên raxistin.
Pirtir bar ke