Senator J.D. Vance, berbijarê cîgirê serokatîyê Serokê berê Donald Trump, roja Çarşemê bi şev li Kongreya Komarî ya Niştimanî gotara serekî pêşkêş kir. Di axaftina xwe de wî bal kişand ser ewlekarîya niştimanî û siyaseta derve.
Sekreterê Giştî yê NATO îro Pêncşemê ragihand ku fermandarîya nû ya jibo rêvebirina perwerde û alîkarîya leşkerî ya jibo Ukrayna wê meha Îlonê dest bi karên xwe bike.
Serok Joe Biden derengê roja Çarşemê, çend saetan piştî ku testa wî ya COVID-19 pozîtîf derket, ji rojnamevanan re got ku rewşa wî baş e.
Di roja duyê ya Kongreya Komarî ya Niştimanî de, mijara koçberîyê roja Sêşemê babeta serekî bû ku beşdar ser axivîn. Beşdaran behsa xaleke girîng di vê mijarê de kir ku ji Serokê berê Donald Trump re êdî bûye markeyeke siyasî.
Di derketina xwe ya kempeynê ya yekê de piştî hewildana kuştina hevrikê wî yê Komarî Donald Trump, Serokê Amerîkî Joe Biden êrîşa ser Trump bi tundûtûjîya nijadî û ya çekan ve girêda.
Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Çarşemê ragihand ku hêzên berevanîya esmên li Bryansk, Belgorod û Voronezhê 5 dronên Ukrayna pûç kirine.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku bala êrîşan li ser binesazîya Hizbulahê bûye û dîyar kir ku hêzên wan dijî gefên wê rêxistinê top jî bikar anîne.
Serokê Amerîkî Joe Biden û Serokê berê Donald Trump roja Duşemê derketin û her yekî ji wan bi şêweyê xwe pênase bi wê yekê kir ku hewildana kuştina Trump ya dawîya hefteyê kempeynên wan yên seroktîyê guhertîye.
Artêşa Rûsyayê îro Sêşemê got ku berevanîyên wê yên esmanî 13 dronên Ukranyayê xistine xwarê, li vê dema ku karbidestên herêmên Ukraynî yên ser sînor radigihînin ku topbaran Rûsyayê zîyan li wan deveran durist kiriye.
Serokê Amerîkî Joe Biden Yekşemê bi şev gotarek ji Qesra Sipî pêşkêş kir, tê de tundûtûjîya siyasî şermezar kir û banga yekîtîya niştimanî li Amerîkayê kir.
Serokê Amerîkî Joe Biden di preskonferanseke solo de di beşeke mezin ya saetekê de bersîva pirsên ser fikarên Partîya Demokrat yên derbarê paşveçûna hişê wî da.
Di dema kombûnekê de ligel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, Biden ragihandina paketa bi qasî 225 milyon dolar kir. Ev ragihand di roja dawî de ya hilcivîna NATO li Washingtonê hate kirin.
Di daxuyanîyeke hevbeş de ligel Amerîkayê, herdu welatan îro Çarşemê ragihand ku prosesa veguhestina firokên Amerîkî bo Kîevê destpê kiriye û Washington piştgirîya vê yekê dike.
Hejmareke karbidestên partîya Demokrat li Amerîkayê êdî bi eşkereyî xembarî û fikarên xwe derbarê Serok Joe Biden nîşan didin, piştî performansa wî ya lawaz di gotûbêja hefteya borî hember serokê berê Donald Trump.
Karbidestên Ukraynî îro Çarşemê ragihand ku di êrîşên dawî yên Rûsya de, ku bi dron û muşekan pêk hatine, bi kêmî ve 4 kes hatine kuştin.
Fermandarîya Ewrupî ya Amerîka (EUCOM) asta helwesta parastinê ya hêzê wek asta "Charlie", ya herî bilind ragihandiye, jiber îstîxbaratên ser êrîşên terorîstî dijî karmend yan bingehên leşkerî yên Amerîkî.
Civîna Austin û Rustemov li vê demê tê ku piştî hefteyekê bi mêvandarîya Amerîka hilcivîna NATO çêdibe û li ber e ku di wê hilcivînê de yek ji mijarên rojevê piştgirîya leşkerî ya jibo Ukrayna be.
Dadgeha 9-endamî biryareke 6-3 da, tê de dadweran doza tawankarî ya dijî serokê berê Donald Trump vegerand dadgeheke nizimtir. Di dozê de Trump bi pîlankirina têkbirina hilbijartinên seroktî yên berî çar salan hatiye tawanbarkirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê raporta xwe ya salane derbarê azadîya olî ya navnetewî belav kir, tê de bal kişand ser rewşa azadîya olî û binpêkirinên dijî kêmanîyên olî yên sala 2023’an li seranserê cîhanê.
Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Duşemê ragihand ku hêzên berevanîya esmên 36 dronên Ukrayna yên êrîş birine ser herêmên Rûsî yên li sînor xistine xwarê.
Pirtir bar ke