Kristiyanên Deşta Mûsil gilî û gazinan dikin ku ji serdema kontrol kirina çekdarên DAIŞê û paşî jî grûpên çekdar li bajêr mal û milkên wan hatine zep kirin.
Çiyayê Şengalê bi stranbêjên xwe yên dîrokî û olî navdare, Hunermend Merwan stranbêjekî ji çiyayê Şengalê ye û her ji zarokiya xwe ew xitmekarê laliş û şerfedîn e. Ji salên1988ê û vir de, wî dest bi stirandina stiran û sebeqên olî kirîye.
Konsulê Giştî yê Amerîkî yê li Hewlêrê Irvin Hicks di serdana xwe ya Laleşa Nûranî de ragihand ku ewê alîkarîya jibo nûjenkirina vê perestgehê bidomînin
Rûniştvanên Êzidî li kampên Herêma kurdistanê gilî û gazinan dikin ku jiber şert û mercên jiyanek dijawr ew nikarin vegerin malên xwe li Şengalê ku 70% ji wan koçberan jiber astengî û sedemên dijwar hene ku nikarin vegerin.
Kawe Omer Peyamnêrê Dengê Amerîka li Mûsil raportek amade kirîye û behasa sedemên nevegerîna Êzidiyên Şengalê dike, yên ku di dijwariya zivistanê de hêjî li campan dijîn.
Li Laleşa Nûranî ya Kurdên Êzîdî çinîna zeytnûnan destpê kir. Rûnên wan zaytûnan jibo çirayên perestgehê tên xebitandin.
Kelha Êsiya weke paşmayek dîrokî li herêma Baaderê ya desthilata Mîrên Êzidiyan maye, dîrokzan û xelkê herêmê behsa giringiya wê qesr û kelhê dikin
Li Şengalê goreke din hate dîtin ku termên du kesan tê de hatibûn veşartin
Selah Elyas derbiderekî Şengalê ye û niha ew û zarokên xwe li kampeke koçberan ya Deşta Mûsil dijî çîroka xwekuştina keça ciwan vedibêje.
Perestgeha Şerfedîn ya Êzîdîyan li Şengalê li piştî LaleşaNûranî perestgeha herî mezin ya duyê ye û gelek Êzîdî jibo dûakirinê tên vê derê
Dengbêjên çiyayê Şengalê di dîroka herêmê de navdarin, wan her tim bi derd, azar û fermanên dijî Êzidiyan stran gotine. Şêx Elî jî yek ji wan dengbêja ye
UNESCO xanîyên kevin yên Mûsilê ku di şer de zarar dîtine, jinûve nûjen dike
Jina Mûsilî ya bi navê Hoda Wed li malê gulava xwezayî çêdike û li dikana xwe difiroşe
Xortekî hunermend yê xelkê Mûsil dixwaze bi rêya hunera xwe her tiştê dîrokî yê wî bajarî bi tabloyên hunerî biparêze û wan ji nû ve wêne bike
Welîd Casim, yek ji rûniştvanên Mûsilê ye jiber nebûna kar û hejariyê debara jiyan xwe û malbata xwe bi komkirina qotiyan derbaz dike.
Jimareke jinên Mûsilî tevî xeterîyên mezin di karê paqjkiria mayînan de dixebitin
Hîn jinên Mûsilî hewil didin ku ajotina trombîlan hîn bibin
Di vê raporta taybet de hezkirina navbera kalemerek û pîrejinekê Mûsilî heye ku her du jî li mala kalûpîran dimînin û hevdu hez dikin
Li Mûsilê sala nû ya xwnedinê destpê kir
Li Mûsilê festîvala çandî ya pêkhatîyên olî û nîjadî yên herêmê hate encamdan
Pirtir bar ke