Li Mûsile qafesa ku sala 2015an de 5 kes ji alîyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, li qadeke bajêr hatiye danîn
Xelkê Mûsiê li taxê (Hemam Menqûşe) di nava mizgefta Nûrî de Rojbûna Pêxember Mihemdî pîroz dikin. Çalakiya olî ji aliyê çendîn zanyên ola Îslamê de li Mûsil hate encam dan û gel jî bi dûa û selawatan beşdar bû.
Hejmarek berbijêrên hilbijartinên pêşwext yên Îraqê li Mûsil ku di encamên hilbijartinan de sernektine îro Yekşemê mîtînek protestoyî encam da û daxwaza mafên xwe kirin û Komisyona Bala ya Hilbijartinan li Îraqê bi sextekariyê tawanbar kir.
Li bajarê Mûsil bi beşdariya nûnerên hemî ol û grûpên etnîkî yên li Mûsil, Mîherecana Aştiyê hat encam dan. Di mîhrecanê de karên destî yên pirrengî û kultura pêkhateyên li Mûsil hatin nîşan dan û stran û muzîk hatin pêşkeş kirin.
Tirkîye di demên dawîyê de pir caran êrîşên esmanî li ser herêma Şengalê pêk tîne û îdia dike ku li herêmê çekdarên PKK'ê hene
Li Şengalê xebatên hilbijartinê destpê kirine û gelê herêmê xizmetkarîyê dixwaze
Di serdema korona de xebatên hilbijartinê li Mûsilê li gor salên berê dijwartir dimeşin
Ev dîmenên vîdyo yên kargeheke bajarê Mûsilê ne, ku nîşan didin çawa karkerên wê hîn bi şêwazekî kevin keviran hûr dikin û gêçê durist dikin.
Li nahiyeya Şêladizê ya Qezaya Amîdîya Herêma Kurdistanê, diyardeya koçkirinê di nav nifşê gênc de belav bûye. Raporta Kawa Omer bêhtir ronî dide ser vê mijarê.
Li Mûsilê xebatên amadekarîya hilbijartinên giştî destpe dike
Hisamedîn Elî jiber hezkirina pirtûkan, ew 25 salin ku karê cîldkirina wan pirtûkana dike
Bazneya 3 ya hilbijartinan li Îraqê, herêma herî nakokbare ji bo kempyna hilbijartinan û berbijarên wê bazneyê.
Derçûya zanîngehê Aîşe ji xwe re li Mûsilê dîkanek vekiriye û niha karê kulîlkfiroşîyê dike.
Mûsil ji destpêka dîrokê wargeha krîstiyanan bû, zêdetirî 35 kenîsên dîrokî û kevnar lê hebûn û bi hezaran malên krîstiyanan hebûn, lê niha bi taybet piştî êrîş û şerê DAIŞê yek mala krîstiyan li Mûsila kevin nemaye û kenîse jî hatine wêran kirin.
Serokê Fransa di serdana xwe ya Îraqê de piştî civîna Bexda hate bajarê Mûsil û Herêma Kurdistanê macron serdana bajarê kevin yê Mûsil kir û dxwaz ji pêkhateyên Mûsil kir ku bi hevre kar bikin û welatê xwe avedan bikin, Macron soza alîkariyê da xelkê Mûsilê
Jibo 2 xortên Mûsilî ku li nêzî Zaxoyê, bi guleyên leûkerîn Tirk hatibûn kuştin kona sersaxîyê hate vedan
Li Mûsilê otobuseke kevin bûye xwaringeheke navdar ku her roj gelek kes li wê derê xwarinê dixwin
Rûniştvanên bajarê Mûsilê li Îraqê behsa vekişîna hêzên Amerîka ji Afghanistanê û ketina Afghanistanê bin destê tevgera Talîbanê dikin û dibêjin renge sînaryoyeka wiha li Îraqê jî derkeve pêş.
Hin gencên bajarê Mûsil, asinê ku ji beramyên kavilan detînin û rast dikeneve û difiroşin, ev kar ji bo gencên bêkar bûye dahtek baş. Xanî wêran bûn lê ew genc beşekî jiyana xwe pê ava dikin.
Werzişvanê dêrîn li Mûsilê Fazil Şehab 70 salîye lê rojane ew çalakiyên xwe yên werzişê encam dide û behsa serbora xwe ya werzişê dike her ji zaroktiyê heta 70 saliya xwe.
Pirtir bar ke