Herêma Gare û Metînan li Parêzgeha Duhok bi hingivê xwe yê xwezayî navdare, jiyana gelek malbatan li deverê li ser xwedîkrina Mêşên hingive, lê topbaran û êrîşên Tirkiyê vê dawiyê û pevçûnên bi gerîlyaên PKKê re dibin sedema têkçûna berhemê hingiv.
Piştî gotineke Qasim Şeşo, komandarê hêzên Pêşmerge li Şingalê, bertek ji alîyê mele û oldarên Misilman ve derketin. Rêberên Civaka Êzîdî derbarê van gotinan û bertekên wan daxuyanîyek da.
Gundê Girzerk ya li başûrê Şengalê cîhê berxwedana Ezdîyan ya dijî çekdarên DAIŞ’ê bû. Gelek dayik kur û xizmên xwe di berxwedana Girzerkê de hinda kirin. Newaf yek ji wan kesan bû ku endamên malbata wî hinda ne û hinek ji wan jî hatine kuştin.
Di vê raporta taybet de çîrokên du malbatên Ezdî hene ku bûne qurbanêyên êrîşên esmanî yên firokên Tirk. Emîr Xorto û Muhsin Derwîş qala çîrokên xwe yên bi êş dikin
Berî 10 salan çekdarên DAIŞê di roja 3ê Tebaxa 2014an de bi ser Şengalê û herêmên wê de girtibû, bi hezaran zilam û xortên wan kuştin, û bi hezaran keç, jin û zarok revandin. Ew êrîş ji alîyên gelek welatan de weke jenosîd hatiye nasîn, lê piştî 10 salan birîna civaka Ezdî hê jî dijwar e.
Rûniştvanên Herêma Şengalê sibê 3ê meha Tebaxê salvegera 10an ya komkujiya ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li dij civaka Êzidî bi xemgînî libîr tînin. Lihevhatinek di dema hikûmeta Kazimî de ser îdare û rewşa li Şengalê çêbibû, lê heta niha kes nizanîne kî Şengalê birêve dibe.
Hin derbiderên Êzdî yên ku ji kampên Herêma Kurdistanan Îraqê vegeriyan Şingalê, gazinan ji nebûna xizmetan dikin û li ser kavilên malên xwe heman çadirên derbideriyê vedigrin.
Leşkerkêşiya Tirkiyê li hin deverên Herêma Kurdistanê dom dike, topxana Tirkiyê çendîn top avêtine gundê Guherzê li deverdariya Amêdiyê, ti ziyanên giyanî nebûn, lê rûniştvanên herêmê dibêjin ku êrîşên Tirkiyê tirs û aloziyek mezin xistîye herêma wan.
Xelkê devera Berwarî Bala ya parêzgeha Duhokê dibêjin ku bi sedema bombebarana leşkerên Tirkîyê, agir bêhtirî 15 caran bi daristranan û bax û bîstanên wan ketiye û zêdetirî 30 hezar donim zevî hatine şewitandin.
Piştî biryara hikûmeta Bexda ya girtina kampên derbider û koçberan li Îraq û Herêma Kurdistanê, welatî gilî û gazindan dikin jiber nebûna şert û mercên vegera ser mal û warên xwe.
Çend roj in, leşkerên Tirkiyê hêzên xwe li Herêma Kurdistanê zêde dike, bi taybet li herêma Berwarî Bala û Nihêlê, Berpirsên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê desthilata PDK'ê li herêmê bi alîkarîya bi leşkerê Tirkîyê re sucdar dike.
Artêşa Tirkîyê li çend deverên parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê Îraqê êdî xalên kontrolê danîne û pişkinîna rûniştvanên deverê dikin. Nûçegihanê Dengê Amerîka Kawa Omer serdana wê deverê kir û ev raport amade kiriye.
Ev 40 sal in ku hunermend Yûsif Remezan karê hunerê dike. Hunemendê ku ji bajarê Zaxoyê ye dikanek li bazara kevn heye ku wekî enstituyeke fêrkirina stiran û muzîkê bikar tîne.
Di hevdînekê de li gel Dengê Amerîka, Rêving Yasîn, parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed, ku sala borî li deriyê Sêmalka hat girtin, behsa doseya wî dike û dibêje ku tawana têkdana asayîşa netewî li dijî Ehmed hatiye çêkirin.
Jimareke jinên Êzîdî bi çalakîyekê 19 jinên Êzîdî ku ji alîyê DAIŞê ve hatibûn şewitandin bi bîr anîn
Hunermend Arif Doskî, ku salên dirêk xizmetî çand Kurdî kiriye niha li Duhokê li navendeke taybet jîyana xwe didomîne
Li gor fermana serokwezîrê Îraqê, gora komî, ku DAIŞê bi dehan kesên Êzîdî û Şîa kuştibûn, hate vekirin. Bîra Elo Enter, ku dikeve navbera qeza Talaafar û nahîya Ayazîyê, 10 metre kûr û 10 metre fireh e.
Festîvala Duyan ya "Şel û Şepikan li Zaxo pêk hat. Mêvanên ji hemû herêmên Kurdistanê, ku bi cilên xwe yên kevneşopî beşdarî wê festîvala balkêş bûn.
Hêzên ewlekarîyê li Duhokê keçeke astengber dîtibû û dema jîyê wê du meh bû, ew radestî Mala Bêkesan û Bêsemîyanan ya Duhokê kiribû. Lê, wê keçê xwe radestî qederê nekir, ew niha dixwîne û dinvîse û dixwaze bi pêş bikeve.
Îro Înê karmenda Wezareta Derve ya Amerîka Urza Zeya û karmendên Konsulxaneya Giştî ya Amerîkî ya li Hewlêrê bi serdanekê çûne peristegha Laleşê û ji alîyê Mîrê Êzdîxanê û Civata Ruhanî ya Êzîdîyan ve hatin pêşwazî kirin.
Pirtir bar ke