Aşekî kizwanan li herêma Şêladizê ya ser bi qeza Amêdîyê kizawan dihêre û dike tehîn.
Rêxistina IOM bi hevkarî ligel wezareta Koç û Koçberan ya Îraqê bi dehan malbatên Êzîdî yên ku çend sal in li kampên li Zaxo û herêmên din vedigerin ser mal milkên xwe yên li Şegalê.
Rezwan Faris şêwekarek e ku hewl dide jiyana rojane ya xelkê Zaxoyê bike huner. Rezwan dibêje ew îlhama hunera xwe ji mirovên xizan ên ku di jiyanê de rastî zehmetiyan hatine, dibe. Hunermendê ciwan dibêje ku bavê wî çavkaniya sereke ya îlhama karê wî bû.
Bandora hişkesalîyê li ser ava Bendava Mûsilê roj bi roj xuyatir dibe. Asta avê ewqas nizim bûye ku gundên ku berî 40 salan bin avê mane jinûve dîyar bûne ku gundê Xankê jî yek ji wan e
Zaxo wek navenda çand û hunerê ya herêma Badînan tê dîtin, lê hîn jî saziyeke hunerî ya giştî li bajêr nîne. Peymangeha Viya ya taybet, hewl dide ku vê valahiyê dagire û hunermend behsa girîngiya hebûna cihekî wisa dikin ku li hev kom bibin. Raporta Kawa Omer bêhtir zanyarî hene.
Hewil hene ku Şikefta Çarsitûn ya ku dîroka wê vedigere berî hezaran salan bibe cîyekî balkêş yê geştiyarî li parêzgeha Duhok ya Herêma Kurdistanê.
Berwarî Bala li parêzgeha Duhok li Herêma Kurdistanê bi sêv û berhemên xwemalî navdare, ji bo pêşxstin û piştevaniya kertê çandin û geştiyariyê li herêmê festîvalek hate saz kirin ji 25 Cotmehê heta 27ê mehê yê dom bike.
Tevî ku li herêma Duhokê gelek şûnwarên balkêş hene, asta hatina gerokan lawaz e û hin hewil hene ku ew rewş were guhertin.
Li bajarê Duhokê bi dehan projeyên niştecîbûnê hene lê welatî gazinan ji kêmbûna şînkayî û navendên xizmetguzariyên di nava van projeyan de dikin.
Di Festîvala Hinaran ya Zaxoyê de gelek cureyên hinaran tên nîşandan
Xelkê bajarê Mûsilê li bakurê Îraqê ji bo piştgiriya Xezayê xwepêşandan encam dan, piştevaniya xwe bo Filistîniyan da diyarkirin û êrîşên Îsraîlê bo ser Xezayê şermezar kirin. Wan her wiha daxwaza parastina sivîlan kir.
Wek her sal, bi hezaran Êzîdî jibo Cejna Cema serdana Laleşê kirin. Îsal gelek Êzîdîyên ji Tirkîye, Sûrîyê û welatên din jî beşdarî pîrozbahîyê bûn.
Li bajarê Duhokê cotkar bi xem in li dor hatina berbiçav ya berhemên biyanî bo bazara bajêr û daxwazê ji hikûmetê dikin ku alîkariya cotkaran û berhemên xwemalî bike.
Xanîyê dilxwazê Mesîhîyê Amerîkî Rodger Greg Cumberland ji alîyê tîmeke taybet tê tomar kirin da ku di siberojê de were nûjen kirin. Wêneyên xanîyê Cumberland ji alîyê Şivan Tofîq ve hatiye arşîv kirin.
Şivan Seîd Beroşkî berî ku were girtin, gotarbêjê olî ji alîyê rêvebirîya ewqafa Duhokê bû. Tevî ku ew ji zindanê hatiye berdan, hîn jî venegerîye ser karê xwe.
Ezra Silêwe di şewata dawetgeheke li bajarokê Hemdanîyê ya nêzîkî Mûsilê de 10 endamên malbata xwe ji dest dan. Piştî şewata ku bêtirî 120 kes tê de mirin, niha Ezra tenê ligel birayekî xwe maye.
Bazara Tarî yek ji kevintirîn bazarên navenda bajarê Zaxoyê ye ku vê dawiyê ji aliyê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê ve hate nûavakirin û bû cihê kombûn û çalakiyên cûbicûr yên xelkê. Raporta Kawa Omer bêhtir agahî li ser vê bazarê hene.
Li bajarê Duhokê mamostayekî bi navê Hawar Behcet jiber paşxistina mûçeyên mamosteyan dest bi baykotê kiriye. Ew bi rêya medya civakî bang li mamosteyên Duhokê dike ku tev li vê çalakîyê bibin.
Hersal berhemên xwemalî yê cotkarên Kurd yên weke Tirî, Hingiv û berhemên din di Festîvalekê de tên nîşandan. Herêma Kurdistanê bi giştî û parêzgeha Duhok bi taybetî bi berhemên xwe yên xwemalî navdare, hewil tê dan ku gelek ji wan berheman bo derveyî welat bên hinarde kirin.
Gundê Bilave li herêma Nihêlyan li Qeza Amediyê nimûneke ji dehan gundên li herêmê ku rojane rastî metirsiya bombebarana berdewam ya topxane û firokên Tirkiyê tê.
Pirtir bar ke