Dema hilbijartinên Encûmena Parêzgehan li Îraqê nêzîk dibe, lê li hin parêzgehan bi taybet parêzgehên weke Mûsil dengder ne geşbînin û gilî û gazindan dikin ji gendelî û nebûna xizmetgozariyan, ew dibêjin di her hilbijartinê de sozên bê encam û pûç tên dan.
Belavbûna Xûn Berbûnê li Mûsilê di rojên dawî de bûye sedema nîgeraniya rayedar û xelkê herêmê, bi taybetî dema ku welatîî xwe ji bo cejna Qurbanê amade dikin. Nexweşî bi xwarina ji ajelan belav dibe digihe mirovan. V ê nexweşiyê di cejna misilmanan de bandorek neyînî li firotina heywanan kirîye.
Şandeke Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêr serdana hejmarek cotkarên herêma Akrê kir da ku ji nêz ve rewşa wan bişopînin û daxwaz û hêvîyan wan bizanin.
Dayê Şemê yek ji hezaran malbatên Êzîdî ye, ku di karesata Şengalê de 35 kes ji malbata wê bi destên DAIŞê hatine kuştin.
Di çarçoveya bernameya vegerandina malbatên Êzîdî bo ser malên wan, çaremîn karwana malbatên Êzîdî yên li kampên Şarya û Bêrsivê diman, vegerîyan Şengalê.
Hejmareke mezin ya mesîhiyên Îraqê koçberî derveyî welêt dibin ji ber “nebûna dadmendiyê û binpêkirina ku li mal û milkên wan dibe.”
Piştî kuştina sê birayên wê di bumbebaranekê de, Zekiya Mihemed mala xwe li Şêladizê ya herêma Kurdistana Îraqê dike mozexanekê ji bo bîranîna wan û mîrata wan vedijîne.
Her çende bi salane koçber li kampên Deşta Nînewa dijîn lê çandina darûbarî û şînkatiyê gelek kême, Malbata Hozanî yek ji mînakên kême ku giringîyê dide çandina şînkatî û darûbarî.
Li gor salên borî berhemê îsal yê zeviyên genim li deşta Nînewa baştire, lê ew xemgînin û gilî û gazinên wan hene ji ber ku hikûmeta Navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya wan nakin.
Li Gundê Dilê Canê ser bi Qeza Berdereş pirtûkxaneyeke dîrokî heye ku pitirî 1600 pirtûkên li ser dîroka Îraq û gelek welatên din, herwiha destnivîsên serdema Osmaniyan ku pitirî 150 salin hatine parastin vedihewîne.
Beşek ji xelkê Şingalê ku vegeriya bûn ser cih û warên xwe lê ji ber êrîşên asmanî yên Tirkiyê û hebûna çend hêzên çekdar li wê deverê vedigerin jiyana kampan.
Civaka Êzidî li Deşta Nîn ewa merasîma tefwafa gundê Êsîya pêkanî ku her gundekî êzdiyan merasîmeke xwe ya dorvegerê ya salane heye ku gelek kes bi stran û dîlanên olî beşdar dibin. Di merasîmê dê xwarinek taybet ji bo beşdaran tê amade kirin.
Givaştinên nêvdewletî û navxweyî li ser aliyên siyasî yên Herêma kurdistnaê bi taybet li ser PDK û YNK zêde dibin da ku lezê bidin amadekariyên hilbijartinên herêmê. Welatî jî weha dibînin ku hilbijartin bihên encam dan dê baştir be ku hikûmetek nû û rewşek nû li herêmê peyda bibe.
Welatiyên Îraqê û herêma Kurdistanê li benda pesend kirina budceyê ne ji aliyê parlemento û hikûmeta Bexda ve. Mûçeyên karmend û xanenişînan herwiha proje û çaksazî di binesaziya welêt de, pêwîstî bi budceya nû heye.
Bawermendên Êzidî li Deşta Mûsil li gundê Şêxka bi beşdarbûna hemî aliyên civaka Êzidî, jin, zaro, pîr û kal merasîma gêrandina Tawis pêkanî û bi def û şebaban û bê sol pêlşwazî li wê kevneşopiyê kirin.
Di dîrokê de gelek caran xemxûr û pisporên zimanê Kurdî hewil dane ku zimanê kurdî û zaraveyên wî zimanî nêzî hev bikin û zimanekî standard çê bikin, lê heta niha ew hewildan bê encam mane, pisporên ziman li Duhokê hatin ba hev û ev pirsgirêk gotûbêj kir.
Dayê Şêrîn Jina Êzidî bi lorîka "Fermane li Ser Çiyayê Şingalê" dest bi teşêrêsiyê dike, da ku fetîlan çî bike bo rohnîkirina merasîmên olî li Lalişê ku zêdetirî 10 salane li ber deriyê Şêx Şemis bi dilxwazî wî karî dike.
Guhdar Zêbarî yek ji rojnamevanên doza bi navê Behdînan tê zanîn ku di zindanê de ye. Dengê Amerîka di dema Cejna Remezanê de serdana malbatê wî li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê kir.
Cejna Çarşema Sor ku mezintirîn cejna Êzidyane û ew weke cejna sersala nû tê naskirin, civaka Êzidî li gorî kevneşopiyên olî û bawermendiya ola Êdahî vê cejnê pîroz dikin.
Pirtir bar ke