Sîyasetvan, nivîskar û rewşenbîrê Kurd Tarik Zîya Ekîncî, li Amedê hate binaxikirin. Ekîncî yê ku rêhevalê Musa Anter bû, û di tevgerên Kurd ên salên 1970 û 1980î de çalak bû, gelek caran hate girtin û cezakirin.
Li cîya û zozanên Kurdan bi dehan maden hatine vekirin û ev yek jî bandoreke xerab li ser jîyana gundîyan û xwezayê çêdike. Raporta Xecîcan Farqîn ji Pasûrê ya Amedê, Zozanên Hesendînê
Hunermendê navdar yê Ermenî Aramê Tîgran, di 15'emîn salvegera mirina xwe de, li Amedê bi bernameyeke taybet hate bîranîn. Hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê yê Ma Muzikê, li Mala Dengbêjan ji kilamên wî konserteke biçûk dan û behsa jîyan û xizmetên wî ên jibo muzîka Kurdî kirin.
Helbestvan Selîm Temo jibo piştgirîya Pîne Kafe li Amedê helbestên xwe xwendin û pirtûkên xwe îmza kirin. Pîne Kafe piştî biryara xizmetên bi zimanê Kurdî, bûbû armanca alîyê komên nîjadperest û dadgehê cezayê girtina li malê dabû xwedîyê wê, Ramazan Şîmşek.
Sitranbêja navdar Xecê, di serdana Amedê de ji Dengê Amerîka re got ku sitranên ku bandor li dilê wê kirine, heman bandorê li guhdarên wê jî dikin. Ew bawer dike ku medya civakî roleke mezin di başkirina hunermendan de dilîze û danûstandineke rasterast bi guhdaran re ava dike.
Li Amedê gundek tenê maye ku Ezdî li wir dijîn. Yilmaz Demîray yek ji Ezdîyên dawîn yên Amedê ye û ku ji bav û kalan ji gundê Baxçecikê ye. Demîray û dotmama wî Gozê bi xemgînî û kelegirî behsa Komkujîya Şengalê dikin.
Lêkolîner Muzîkê Zeyneb Yaş, ji arşîva xwe ya taybet projeyek bi dengên 32 jinan amade kiriye. Di çarçoveya wê projeyê de, Wetha Matyar û Sariya Ertaş hatin ba hev û stran gotin.
Piştî ku Doktor Cenap Ekîncî eşkere kir di sala 2020'an de di dema pandemîyê de li Amedê gelek pêketîyên kovîdê, jibo makîneya 'Lazera Tirkan' weke kobay hatine bi kar anîn, ji wan nexweşan Mahmut Orak roja înê di heqê berpirsên vê tedawîyê de doz vekir.
Amed bi bazinê zêr yê bi navê Bazinê Hesîr navdar e ku di dema dawî de weke mîrasa bajêr jî hatiye tomar kirin. Mixabin kêm hoste mane ku van bazinan çêdikin ku ji 12 qonaxan pêk tên û hemî ji karê destan in.
Xanim Hîlal Kar a 33 salî meha Hezîranê li Amedê li ser rêya kar, bi destê hevjînê wê Mehmet Demirhan hate kuştin.Tora Tekoşîna Tundîya li ser Jinan jibo Hîlal daxuyanî dan. Malbata Hîlal jî tevlê daxuyanîyê bûn û bang li dewletê kirin ku kujer were girtin û zarokê 5 salî were dîtin.
Deq, kevneşopîyeke ku bi hezar salan di nav gelên Mezopotamyayê de weke çandekê dewam kirîye û li hin deverên Kurdî danîna deqan hîn jî heye. Fatma Temel, çanda deqan zindî dike û bi xebatên nûjen wê nîşan dide.
Wezîrê Karê Navxweyî Tirkîyê Alî Yerlîkaya roja Sêşemê ragihand ku di encama bûyerên porvakatîf de 474 kes' hatin desteser kirin û rêvebirekî Îyî Partî jî hate girtin.
Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat di 99emîn salvegera bîranînê de li Amedê beşdarî çend bernameyan bû û jibo mîrata Şêx Seîd hizrên xwe anîn ziman.
Dêra Surp Sarkîs ya Ermenîyan, piştî tehcîrê demeke dirêj weke fabrîka hatiye xebitandin. Ev dêra kevin bi alîkarîya diravî ya Wezareta Çand û Turîzmê tê nû kirin. Di merasîma nûkirina dêrê de Metranê Ermenîyên Tirkîyeyê Sahak Maşalyan dua kir û jimareke Ermenîyên Amedê jî amade bûn.
Xizmên qurbanîyên şewata hefteya borî li gundewarê di navbera Amed û Mêrdînê de çêbû behsa êş û azarên şewata wêrankar dikin. Ji bajarên din jî, rêxistinên jîngehparêz serdana qurbanîyan û zevîyên şewitî kirin, daxuyanîyek dan û gotin ku DEDAŞ dixwaze bêxemî û kêmasîyên xwe têxe sitûyê gundîyan.
Şewata erd û zevîyên gundên Amed û Mêrdînê hefteya borî bû sedema malwêranîyeke mezin. Hejmara mirovên ku bi şewatê mirin gihîşt 15’an ku bi giştî 78 kes birîndar bûn.
Li bajarê Amedê, Navenda Perwerdeya Muzîka Kurdî, MaMusîk bernameya 'Rojên Muzîkê' li dirêjiya 12 rojan lidar xist û tê de mamoste û xwendekarên navendê tevlî gelek çalakiyan bûn. Merve yek ji wan xwendekaran e ku xwe di warê dengbêjîya devera Botan û enstrumana Udê pêş xistîye.
Wezîrê saxlemî yê Tirkîyê îro Înê ragihand ku di şewata ku li gundên navbera navçeyên Çinarê ya Amedê û Şemrexê ya Mêrdînê de, 11 kes mirine û 78 kes jî birîndar bûne. Nûçegihana me li Amedê serdana goristana ku qurbanî lê hatine veşartin kir.
Pirtir bar ke