Li gorî agahîyên Dengê Amerîka ji jêderên di nava kampa Holê de ku heya 10 mijdarê 46 kes tûşî kolêyarê bûne. Jiber ava nepaqij heye ku bi rêjeke bilind nexweşî li hemî kampê belav bibe.
Piştî dawîbûna erka koalisyona dijî DAIŞê wê çarenivîsa Kampa Holê û girtîyên li wê derê çi be? HSD dibêje ku girtîgeh û kampa Holê berpirsîyeke hevbeş ya civaka navnetewî ye.
Dema ku operasyonên ewlekarî li kampa Holê dardikevin, rûniştvanên kampê li qadan tên civandin. Jinek dibêje ku jiber sermayê zarokên wan nexweş dikevin.
Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) operasyona Ewlekarîya Mayînde ya Kampa Holê bi dawî kir. Li gor fermadarên HSD'ê di oprasyonê de 79 çekdarên Daişê hatine girtin
Apê Ebûd ê 65 salî dibêje ev 5 sal in ku ew her xeyala vegera Serêkanîyê dike. Li du kampên sereke yên Hesekê bêhtirî ji 32,000 derbider, doza vegera ewle dikin.
Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) roja Çarşemê bi piştevanîya koalisyonê dest bi operasyonek ewlekarî ya ser dirêjahîya sînorê Îraqê û devera dora Kampa Holê kir û heta niha pirtit ji 40 çekdarên Daişê hatine girtin, 1 jî hate kuştin.
Donald Trump bû serokê hilbijartî yê Amerîka. Gelo Kurdên Sûrîyê vê rewşa nû çawa dinirxînin. Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî serkeftina Donald Trump pîroz kir. Wekî din kurdên Sûrîyê bi tirsin ku sînaryoya 2019an ya Vekişandina ji Serêkanîyê dûbare bibe.
Di ecama êrîşên Tirkîyê yên vê dawîyê de alozîyên curbicur yên mîna kêmbûna av, ard, kehrebe û şewit li Rojava çêbûne.
Nivîskar Abbas Îsmaîl di nava nivîskarên Kurdên Sûriyê de weke yek ji kevintrîn nivîskar tê nasîn. Wî ta niha 37 berhemên wêjeyî û çandî di warê folklor û zimanê kurdî de nivîsandine.
Li gorî amarên Hêzên ewlekarîya Hindrîn li bakur û rojhilatê Sûriyê, ku di navbera çarşemê 23 Cotmehê heya roja Înê 25 Cotmehê artêşa Turkîyê 685 êrîş li dij binesazî û xalên ewlekariyê li herêmê pêkanîn. Di encama wan êrîşan de 17 kes hatin kuştin, 48 kes jî birîndar bûn.
Tirkiyê şeva Çarşemê li ser Pêncşemê derdora seat 10ê şevê li gor dema herêmî êrîşên bi firoke, dron û topan bo ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkanîn. HSD dibêje di êrîşan de herê kêm 12 sivîl hatine kuştin, di nav de 2 zarok hene û gelek dezgehên sivîl û xizmetguzarî hatine wêrankirin.
Dîmena Êrîşa Tirkiyê li ser navenda asayyîşê li rojhilatê bajarê Qamişlo ku roja Çarşemê nîvê şevê rûda.
Êrîşên Tirkîyê tên piştî êrîşa kujer a dijî kargeheke Pîşesaziya Esmanî ya Tirkîyê (TUSAŞ) li Enqerê.
Li bajarê Qamîşloyê Arşîn Elî ya 8 salî li gel hevlên xwe li ser destê mamosteyê xwe Dilcan Oso perwerdeya Şanogerîyê dibin. Wan piştî çend mehan ji perwerdê şanoyek bi navê Xwendin pêşkêş kir. Malbatên Zarokan û mamosteyê wan bi çoş û hêvîyeke mezin behreya zarokan şopand.
Pirek ji penaberên ku ji Lubnanê vedigerin, diçin Reqayê digirin. Rêvebirîya Xweser agahîyên kesên vegeryayî tomar dike û wan li kampeke nerêxistinkirî bi cîh dike, lê dîyar dike ku heta niha rêxistinên mirovahî alîkarîyên pêdivî pêşkêş nekirine.
Mamosteya zimanê Kurdî Xanê Îsa, di sala 2011an, li gel 6 hevalên xwe bo cara yekem di dîroka Sûrîyê de, wek mamoste derbasî dibistanek Qamişloyê bûn. Niha li Cizîrê 16,000 mamoste hene, ji wan 6,000 yên zimanê Kurdî ne.
Çirûskên agirê şerê Lubnanê li Qamişlo jî didin. Piştî ku civanek li wir hate kuştin , kona konê şînîyê li Qamişlo hate danîn. Malbatên Kurd ku hezkirîyên wan li Lubnanê hene, jiber rewşa ewlehîya wan bi tirs in û hêvîya vegera wan dikin.
Pirtir bar ke