Rêvebirîya Xweser biryarek jibo efûkirina girtîyên ji dosyayên terorê, ku rasterast beşdarî şer nebûne, derxist. Heta niha pirtir ji 3 nifş ji girtîgehên Hesekê, Qamişlo û Minbicê hatin berdan. Tê payîn ku nêzî 1500 girtî wê ji vê biryarê sûdê wergirin, ku piranîya wan ji Dêrezor, Reqa û Minbicê ne.