Kevintirîn Dêra Dîrokî ya Ermenîyan li Zaxo Jiber fermana dewleta Osmanlî ya qirkirina Krîstîyanên li herêmê di sala 1915ê de hin File (Ermenî) xwe li bajarê Zaxo parastin û dêrek ji xwe re ava kirin. Ev, dêra herî kevin û dîrokî ya Ermenîyan ya li herêmê ye.
Xunav Silêman jineke Êzîdî ya li Deşta Mûsilê ye. Ew di karê terzîtiyê de serketî ye û mînaka jîneke hêzdar e ku bi dest û tilîyên xwe malbata xwe xwedî dike û cilên kevneşopî yên civaka Êzîdî zindî dihêle.
Taybetmendên nexweşiyên vegir li herêma Kurdistanê dibêjin rêjeya tûşbûyên nexweşiya AIDS`ê her diçe zêde dibe û Saxlemiya Duhokê bang li xelkê dike ku xwe ji vê nexweşiyê biparêzin.
Hekar Nêrweyî çendîn sal in, tevî hevjîn û zarokên xwe libên 'Berûyan' li zevî û çolên parêzgeha Duhokê diçînin, bi armanca zêdekirina darûbaran û parastina jîngehê.
Li Herêma Kurdistana vexwarina qahweya kizwanan, ku li cîhanê wek qahweya Kurdî tê zanîn, zêde dibe. Li Derêlokê kargeheke nû vebûye ku ji kizwanên xwemalî qahwe û berhemên din çêdike.
Gundên Herêma Kurdistanê, bi taybet gundên girêdayî qeza Amêdiya ya parêzgeha Duhok, rastî êrîşên domdar yên firok û topxana Tirkiyê tên. Rûniştvanên gundê Bercî û Guherzê behsa metirsiya êrîşên Tikriyê dikin.
Jiber qurbaniyên şewata bajarokê Hemdaniya ya havîna borî, Kristîyanên Deşta Neynewa îsal di nava xemgîniyê de cejna Zayîna hezretê Mesîh (Krismis) pîroz dikin.
Derhênerê kurd Eyûb Nasirî di 10mîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman de li Duhokê xelata baştirîn belgefîlma dirêj wergirt. Raporta Kawa Omer zanyariyên bêhtir hene.
Îro Duşemê li Îraqî bo hilbijartina Encûmenên parêzgehan dengder diçin ser sindoqan. Li herêma Şêxan û Deşta Mûsilê jî prosesa dengdanê birêve çû. Mîrê Êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg bang li welatîyan dike ku dengên xwe bidin.
Li Parêzgeha Neynewa ya Îraqê, aware û hêzên Emnî di hilbijartinên taybet ên encûmenên parêzgehan de dengên xwe dan, û hin dengdêran gazina hin kêşeyan kir. Raporta Kawa Omer bêhtir agahî hene.
Segvan Yûnis zêrevanê dibistanekê li bajarê Duhokê ye. Ew dibêje ku wî bi vîdeo belge hene ku rêvebirîya dibistanê gaza ku jibo germkirina xwendekaran û pêdivîyên dibistanê hatîye terxan kirin ji xwe re dibin.
Li Bajarê Duhokê Festîvala Fîlman ya 10an didome û nêzî 116 kurtefîlm û belgefilm tên nîşandan ku di nava wan de 60 fîlmên bîyanî jî hene.
Pisporê çandinê û Profesorê Zanîngeha Duhokê, Rofaîl Şilêmon di dema du salan de ceribandinek li ser cûreke dîrokî yê çandina kartolan yê bi navê "Atra" encam da û berhemên baş yên petatan peyda bûne.
Ev 13 sal in ku firîngeha Duhokê li benda avakirinê ye, lê jiber pirsgirkên diravî û sîyasî proje serketî nebûye
Bajarê Amêdî ya dîrokî bi tahîna xwe jî navdar e û niha festîvaleke taybet tê çêkirin ku berhemên xwecîhî tê de têne nîşandan
Xûrî Philip, Keşeyê Dêra Rojhilat ya Aşûrîyan li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê behsa rewşa Krstîyanan li Îraq û Herêma Kurdistanê dike û koçkirina wan weke pirsgirêka serekî dibîne.
Fermandarê Hêzên Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo, di çarçova amadebûna di Konferansa Nêvdewlît de li zanîngeha Amerîkî li Duhok bo Dengê Amerîka li ser pirsgirêkên Êzîdîyan û Şengalê axifî.
Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Qubad Talebanî roja Duşemê li ser peywendiyên YNK PDK'ê ji Dengê Amerîka re axivî û got, eger hûn bêjin ku YNK û PDK wekhev bin û siyaseteke wekhev bimeşînin 60 sal in, ev yek çênebûye û bi xwedê niha jî çênabe."
Di encama şerê Îsraîl û Hamasê de, gelek rêxistinên xêrxwazî yên cîhanî ji herêmê vekişiyane û vê yekê jî bandoreke rasterast li penaberên Herêma Kurdistanê û bi taybetî yên li parêzgeha Duhokê kiriye.
Îsal li derdora bajarê Duhokê bi awayekî berbiçav dar têne birîn û her diçe rûbera daristanan kêm dibe. Peyvdarê hêza Pêşmerge ya parastina jîngehê dibêje daristan jinav diçin û sedem jî bazirgan in.
Pirtir bar ke